Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 467 kesên din peyda bûye. 68 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 7 hezar û 997an. Her weha hezar û 116 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 101 hezar û 119 kesan hatiye kirin.
Heta niha 10 mîlyon û 37 hezar û 700 test hatiye çêkirin. 314 hezar û 433 kes bi nexweşiyê ketine û 7 hezar û 997 kes jî pê mirine.
Heta niha 275 hezar û 630 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,5e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 583e. (RT/AY/FD)