Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Bi dehan cendermeyan operasyon birine ser mala Osma Şîbanê miwekîlê me. Ew birin nexweşxaneya leşkeri. Li gorî gotina dozgerî wê li tenduristiya wî binêrin bê ka dikare îfadeyê bide yan na. Tiştekî wiha nîne. Ev pêkanîneke li gor kêfê ye.”
Leşkerên ku çûne operasyonê di 11ê Îlonê de Osman Şîbanê 50 salî û Servet Tûrgûtê 55 salî li Şaxê, navçeya Wanê desteser kirine. Piştî bi du rojan derketiye holê ku Şîban û Tûrgût li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmî ya wanê ne û li beşa nexweşiyên giran tên dermankirin.
Bixwîne - Şibanê ku "ji helîkopterê avêtibûn" birine nexweşxaneya leşkerî
Hatibû îdiakirin ku her du ji helîkopterê hatine avêtin.
Li gorî nûçeya Cemîl Ûgûrî ya di Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin, doktoran di rapora xwe de diyar kirine ku Osman Şîban û Servet Tûrgût ji helîkopterê hatine avêtin.
“Her diçe bêhtir guman zêde dibin ku ji helîkopterê hatine avêtin”
Parêzerên wan, ji bianetê re behsa rewşa Şîban û Tûrgûtî kirin:
“Em dibêjin qey miwekilê me Osman Şîban ji bo kontrolê birine nexweşxaneya leşkeri. Dozgerî ji me re got ew ê lê binêrin ‘bê ka wê bikaribe îfadeyê bide an na’. Lê pêkanîneke bi vî awayî di hiqûqa Tirkiyeyê de nîne. Di hiqûqê de cihê vê pêkanînê nîne.
“Kesê Şîban û Tûrgût anîne nexweşxaneyê gotiye ji helîkopterê hatine avêtin. Ev îdiaya wî kesî ye. Kesê ew anîne nexweşxaneyê gotiye “Ev ji helîkopterê hatine avêtin’. Ev di rapora nexweşxaneyê de Jî heye.
“Her weha dema em jî bi Osman Şîbayê re axivîn, ji me re tenê karîbû bigota roja bûyerê ew hatine desteserkirin lê nikare tiştên paşê qewimîne vebêje. Car caran dibêje ‘Em avêtin avêtin’. Lê ji ber ku tiştên qewimîne nayê bîra wî nikare behsa tiştekî bike. Tiştên piştî wê tenê qut qut behs dike. Ev gotina wî û ya kesê ew anîne nexweşxaneyê li hev tên, ev jî gumana me ya ku ji helîkopterê hatine avêtin xurt dike.”
Çi bûbû?
Osman Şîbanê 50 salî û Servet Tûrgûtê 55 salî piştî ku di 11ê Îlonê de leşkerên derketibûn operasyonê ew li navçeya Şaxê desteser kirine bi du rojan li beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Perwerda û Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê hatibûn dîtin.
Di nûçeya Cemîl Ugûrî ya li ser Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin de rapora epikriz a nexweşxaneyê jî heye.
Di raporê de hatiye gotin ku ji ber “birîndariya piştî ji helîkopterê ketiye” ew anîne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Di beşa nerhetiyan a raporê de li bin sernavê “Nexweşiyên Giran” hatiye diyarkirin ku “ji cihekî bilind ketine” û wiha hatiye berdewamkirin: “Piştî ketina ji cihekî bilind emniyetê agahî daye tîmên tenduristiyê û 112yê ew anîne beşa lezgîn.” (EMK/FD)