Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) derbarê Osman Şîban û Servet Turgutê ku gotibûn piştî hatine desteserkirin, îşkence li wan kirine û ji helîkopterê hatine avêtin, daxûyanî daye.
Bixwine - Doktoran di raporê de nivîsandiye ku "ji helîkopterê hatine avêtin"
Şubeya Wanê ya OHDye li ser hesabê xwe yê medya civakî weha gotiye:
“Osman Şibanê ku di 11ê Îlonê de li Şaxê, navçeya Wanê bi îdaya ji helîkopterê hatiye avêtin, desteser kiribûn. Piştî 10 rojan Şibanî li nexweşxaneyê tê tabûrcîkirin û îro di saet 5ê sibê de bi ser mala wî de digirin û wî dibin Nexweşxaneya Leşkerî.
Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Bi tenê rê dane hevpîşeyê ku xizmê malbatê ye Osman Şibanî bibîne. Agahîyên ku nexweşxaneyê dane; Testa koronayê, pîvana tansiyon û şekreyê li Nexweşxaneya Herêmê nehatiye çêkirin emê li vir çêkin. Sedemeke qanûnî nîşan nadin. Biryara çavdêrîkirinê raveyî me nakin.”
Çi bûbû?
Osman Şîbanê 50 salî û Servet Tûrgûtê 55 salî piştî ku di 11ê Îlonê de leşkerên derketibûn operasyonê ew li navçeya Şaxê desteser kirine bi du rojan li beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Perwerda û Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê hatibûn dîtin.
Di nûçeya Cemîl Ugûrî ya li ser Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin de rapora epikriz a nexweşxaneyê jî heye.
Di raporê de hatiye gotin ku ji ber “birîndariya piştî ji helîkopterê ketiye” ew anîne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Di beşa nerhetiyan a raporê de li bin sernavê “Nexweşiyên Giran” hatiye diyarkirin ku “ji cihekî bilind ketine” û wiha hatiye berdewamkirin: “Piştî ketina ji cihekî bilind emniyetê agahî daye tîmên tenduristiyê û 112yê ew anîne beşa lezgîn.”(EMK/AY/FD)