Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 743 kesên din peyda bûye. 68 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 7 hezar û 574an. Her weha hezar û 202 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 112 hezar û 942 kesan hatiye kirin.
Heta niha 9 mîlyon û 381 hezar û 957 test hatiye çêkirin. 304 hezar û 610 kes bi nexweşiyê ketine û 7 hezar û 574 kes jî pê mirine.
Heta niha 268 hezar û 435 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,8e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 491e. (EKN/AY/FD)