Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Wanê, Osman Şîban û Servet Turgutî gotiye ku ew piştî hatine desteserkirin, îşkence li wan bûye û ji helîkopterê hatine avêtin. Nexweşxaneyê di rapora xwe de diyar kiriye ku “ji cihekî bilind hatine ketine”.
Osman Şîbanê 50 salî û Servet Tûrgûtê 55 salî piştî ku di 11ê Îlonê de leşkerên derketibûn operasyonê ew li navçeya Şaxê desteser kirine bi du rojan li beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Perwerda û Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê hatibûn dîtin.
Di nûçeya Cemîl Ugûrî ya li ser Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin de rapora epikriz a nexweşxaneyê jî heye.
Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Di raporê de hatiye gotin ku ji ber “birîndariya piştî ji helîkopterê ketiye” ew anîne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Di beşa nerhetiyan a raporê de li bin sernavê “Nexweşiyên Giran” hatiye diyarkirin ku “ji cihekî bilind ketine” û wiha hatiye berdewamkirin: “Piştî ketina ji cihekî bilind emniyetê agahî daye tîmên tenduristiyê û 112yê ew anîne beşa lezgîn.”
Ew şandine beşa nexweşiyên giran
Doktor E.B. Pisporê Mejî û Siniran di rapora xwe de diyar kiriye ku “ew ji ber nerhetiyên ku ji cihekî bilind ketiye” anîne beşa lezgîn.
Di dewamiya raporê de ji bo midaxeleya li Şibanî hatiye kirin wiha hatiye nivîsîn: “…pisporên beşa lezgîn nexweş roja bûyerê piştî ketine ji helîkopterê anîne beşa lezgîn û xwestine li wir rewşa wî bê penasekirin. Nexweş li beşa lezgîn hatiye kontrolkirin.
Leşkeran, Şîban di 11ê Îlonê de birine nexweşxaneyeke taybet û li wir nehatibû gotin ku ji helîkopterê hatiye avêtin. Piştî ku Şîbanî gotiye pêwistiya wî bi kontroleke berfirehtir heye, ew şandine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê.
Rewşa Tûrgûtî giran e
Servet Tûrgûtê ku di heman operasyonê de hatiye desteserkirin li nexweşxaneyê tê dermankirin. Rewşa Tûrgûtî giran e. (AS/FD)