6 sal qedexeya hevdîtinê dane girtiyeke jin
![6 sal qedexeya hevdîtinê dane girtiyeke jin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/231/146/original/merdin.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Girtîgeha Cureya E ya Mêrdînê binpêkirina mafên 5 girtiyên sîyasî yên jin her roj zêdetir dibe.
Jîyan Kaya û Jîyan Tosûn, parêzerên Buroya Alîkariya Hiqûqî a Li Dijî Tecawiz û Tacîza Zayendî ya di Desteserkirinê de hefteya borî serdana girtiyên jin yên di Girtîgeha Mêrdînê de ne kirine.
Bi hinceta pandemiyê nahêlin mafên xwe bikar bînin
Parêzeran derbarê pirsgirêkên girtiyan de bi bîanetê re axivîn û weha gotin:
“Bikaranîna hemû mafên jinên ku di Girtîgeha Mêrdînê de ne bi hinceta pandemiyê sekinandine. Wekî mînak dixwazin jinan ji qawîşên wan derbixin û wisa bijmêrin. Jin vê qebûl nakin û li dijî vê derdikevin. Ji jina yek 210 roj cezaya hepsa hicreyê girtiye.
Cezaya hicreyê daye jina bi navê Melek Evrenê jî. Her weha Evrenê nexweşe û naşînin nexweşxaneyê. 6 sal qedexeya hevdîtinê daye jineke din. Herdu jî ji bo ku biçin nexweşxaneyê serî lê didin lewra bersivê jî nadin serlêdana wan.”
Heta li nava pêsîrbendên wan jî mêzedikin
Parêzer weha pêde çûne: “Pirsgirêkek weha jî heye. Dema jin diçin nexweşxaneyê û tên bi awayekî gelek xerab dikin odeya karantînayê. Pace û cîhê hewa girtinê yê odeya karantînayê nîne. Ango jin bi du rewşên xerab re rû bi rû dimînin. Çiqas bixwazin jî wan bişînin nexweşxaneyê, naşînin. Yên diçin jî dema vedigerin, dibin odeyekî gelek xerab a karantînayê.
Her weha lêgerîna bi rûtî ji jina re dide ferzkirin. Ji ji vê rewşê jî gazinca dikin. Li nava pêsîrbendê hin jinan jî mêzedikin.”(EMK/AY/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)