Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 742 kesên din peyda bûye. 67 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 7 hezar û 186an. Her weha hezar û 202 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 110 hezar û 412 kesan hatiye kirin.
Heta niha 8 mîlyon û 742 hezar û 535 test hatiye çêkirin. 294 hezar û 620 kes bi nexweşiyê ketine û 7 hezar û 186 kes jî pê mirine.
Heta niha 261 hezar û 260 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,1ye û hejmara nexweşên giran jî hezar û 327e. (EKN/AY/FD)