Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 716 kesên din peyda bûye. 63 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 7 hezar û 119an. Her weha hezar û 225 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 112 hezar û 563 kesan hatiye kirin.
Heta niha 8 mîlyon û 632 hezar û 123 test hatiye çêkirin. 292 hezar û 878 kes bi nexweşiyê ketine û 7 hezar û 119 kes jî pê mirine.
Heta niha 260 hezar û 58 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,1ye û hejmara nexweşên giran jî hezar û 301e. (EKN/AY/FD)