Fotograf: AA/ Saraybosna
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê a Cîhanê(WHO/RTC) di 24 saetên dawî de 307 hezar û 930 nexweşên nû hatine tomarkirin.
Hejmara miriyan jî bi zêdebûna 5 hezar û 500 kesî ve gîhaştiye 917 hezar û 417an.
Hejmara nexweşan li Hindistan, DYA û Brezîlyayê zêdetir bûne.
Li tevahîya cîhanê ji 28 mîlyonî zêdetir kes hatiye tespîtkirin ku bi Covîd-19ê ketine. Nîvê vê hejmara li parzemîna Amerîkayê ne.
Hejmara nexweşan li kîderê zêdetir bûye?
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê a Cîhanê roja yekşemê li Hîndistanê 94 hezar û 372 kes, li Dewletên Yekbûyî ê Amerîkayê(DYA) 45 hezar û 523 kes û li Birezîlyayê 43 hezar û 718 kes bi Covîd-19ê ketine.
Hatiye diyarkirin, li DYAyê û Hîndistanê di rojekê de ji hezarî zêdetir kes ji ber Covîd-19ê mirine û li Brezîlyayê jî 874 kes pê mirine. (PT/AY/FD)