Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mustafa Adiguzel, Parlamenterê Ordûyê yê Partiya Gel a Komarî(CHP) li parlamentoyê derbarê şewba Covîd-19ê de daxuyanî daye.
Adiguzel di daxuyaniyê de diyarkiriye, tabloya pêketiyan ya Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê aşkere dike rast nîne û tabloya nû ya ku bi xwe amadekiriye belav kiriye:
“Me ev tablo bi daneyên ku me ji hevpîşeyên xwe yên li çar aliyên Tirkiyeyê ne, Sendikaya Kedkarên Tenduristiyê, şaredariyên bajarên mezin û şaredariyên CHPyê giritine, amade kiriye. Ger îro 105 hezar test hatibe çêkirin jê 16 hezar pozîtîf e. Ji her çêkirina hezar testî jê 150 pozîtîf e.
"Rojane 16 hezar kes nexweş dikevin"
“16 hezar nexweşên me yên nû hene. Wezîr sifirek jê dibe. Hejmara giştî ya miriyan yên pênc bajarên me yên mezin Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene û Antalya di şaredariyên me de tomarkirîne.
Hejmara giştî ya miriyan 8 hezar û 500 e. Li van bajaran 30 mîlyon kes dijîn. Ger em rêjeye li gorî 82 mîlyon welatiyên xwe bigirin, li Tirkiyeyê hejmara rast a miriyan 23 hezar e.”
"Ji her 40 kesî yek bi Covîd-19ê ketiye"
Li tevahiya Tirkiyeyê hejmara pêketan jî 980 hezar e. Ev jî çar qatê 285 hezarê ku wezîr aşkere dikeye. Li Tirkiyeyê ji her 40 kesî yek bi Covîd-19ê ketiye.(RT/AY/FD)