Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî têkildarî qedexeya muzîkê di bar, kafe û restorantan de, di merasîma derçûnê ya Akademiya Polîsan de biryareke nû aşkere kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Soylûyî destnîşan kiriye, ku piştî saet 12ê şevê di kafe, bar û restorantan de her cure weşana muzîkê hatiye qedexekirin û giştînameya qedexeya muzîkê ji walîtîyên 81 bajaran re şandine.
Soylûyî weha gotiye, “Îşev ji saet 12an pê ve li 81 bajaran li kafeterya û restoranan teqez hem muzîka zindî hem jî wekî plak, playback dê weşana muzîkê çênebe.
“Saet di 12an de dê biqede. Me giştîname ji walîtiyan re şand, dê biryarê bidin û vê yekê jî demildest pêk bînin.”
Qedexe dê kengî biqedin?
Soylûyî diyar kiriye, ku hewcedariya wan bi qedexeyeke wiha hebû, ji bo ku kargehên mirovan neyên girtin û di malên xwe de bimînin, neçar mane bergiriyên wiha bigirin.
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî bersiv neda pirsa bê ka qedexeya muzîkê dê kengî bi dawî bibe.(PT/AY/FD)