Fotograf: Emre Erman
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzer Aytaç Unsalê ku 213 roj in rojiya mirinê digirt duh li piştî biryara Dadgeha Bilind serbest bûye. Unsalî dixwest ku bi awayekî adilane were dadgehkirin.
Buroya Hiqûqê ya Gelî (HHB) dîmenê serbest bûyîna Unsalî li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Kanuni Sultan Suleymanî li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kiriye.
Di dimenê de Unsalî weha gotiye, “ Bi xwedî derketin, hezkirin û keda we bû, ez ji we hemûyan hez dikim, emê biserkevin.”
Çi bûbû?
Bi daxwaza dadgehkirineke adilane parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal dest bi girtina rojiya mirinê kiribûn. Tîmtîk li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Dr. Sadi Konukî, Unsal jî li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Kanuni Sultan Suleymanî tên girtin. Her du nexweşxane jî nexweşxaneyên pandemiyê ne.
Bi tohmeta endamtiya rêxistinê 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ebrû Tîmtîkê, 10 sal û 6 meh jî li Aytaç Unsalî hatibû birîn. Doza ku parêzerên ÇHDyî tên dadgehkirin li ber destê Dadgeha Bilind e.
Di 10ê Tebaxê ji bo Tîmtîk û Unsalî parêzeran serî li Dadgeha Destûrî dabûn.
Dadgehê gotiye ku rewşa tenduristiya her du parêzerên di rojiya mirinê de, ne di asta xetereyê de ye û serlêdana wan qebûl nekiribû.
Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê di 30ê Tîrmehê de ji bo her du parêzeran rapora xwe aşkere kiribû û gotibû ku “ne guncav e li girtîgehê bimînin.” (EKN/AY/FD)