Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 596 kesên din peyda bûye. 45 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 462an. Her weha 947 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 107 hezar û 927 kesan hatiye kirin.
Heta niha 7 mîlyon û 355 hezar û 862 test hatiye çêkirin. 273 hezar û 301 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 462 kes jî pê mirine.
Heta niha 246 hezar û 876 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,6 e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 17ye. (EKN/AY/FD)