Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 313 kesên din peyda bûye. 20 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 183an. Her weha hezar û 2 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 100 hezar û 109 kesan hatiye kirin.
Heta niha 6 mîlyon û 621 hezar û 749 test hatiye çêkirin. 262 hezar û 507 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 183 kes jî pê mirine.
Heta niha 239 hezar û 797 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 7,4 e û hejmara nexweşên giran jî 841 e. (EKN/AY/FD)