Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 502 kesên din peyda bûye. 24 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 163an. Her weha 887 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 98 hezar û 231 kesan hatiye kirin.
Heta niha 6 mîlyon û 521 hezar û 640 test hatiye çêkirin. 261 hezar û 194 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 163 kes jî pê mirine.
Heta niha 238 hezar û 795 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 7,4 e û hejmara nexweşên giran jî 811 e. (PT/AY/FD)