Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê rapora xwe ya derbarê girtiyên li Girtîgeha Mereşê dimînin, aşkere kiriye. ÎHDyê di rapora xwe de gotiye ku qawîş baş nayên paqijkirin.
Komisyonê di raporê de cih daye dîtinên girtiyan jî. Nîmet Degîşê li Qawîşa D-5ê ya Girtîgeha Tîpa Lyê Hejmar 1ê ya Turkoglûyê ji parêzer Yakûp Ataşê ÎHDyî re gotiye “Di dema jimardinan de gelek gardiyan dikevin qawîşan û wan tehrîk dikin, heqaretê li wan dikin û weke wan ‘weke pez’ dijmêrin. Ev me diêşîne. Dema li qawîşan digerin her derê serobino dikin û bi botan pêl doşekan dikin.”
Degîşî destnîşan kiriye ku ew li hemberî vê rewşê derketine û 6 roj cezayê hicreyê li wî û 6 hevalên wî birî ne. Li gorî gotina Degişî piştî greva birçîbûnê û hin rêbazên din ên têkoşînê, rêveberiya girtîgehê dest ji jimartina li ser lingan berdaye.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku Îhsan Oralî jî wiha gotiye: “Em li girtîgehê di nava tecrîdeke giran de ne û dema em diçin hevdîtîna parêzeran jî gardiyan ji me re dibêjin ‘serê xwe nezîvirîne, li derdora xwe nenêre, li kêleka dîwarî bimeşe’ û pergala leşkeri li me ferz dikin.”
“Şert û mercên paqijiyê nînin”
Di raporê de wiha hatiye gotin:
* Di ketina girtîgehê de maskeyên hin gardiyanan nebû, hin karmendan jî maskeyên xwe daxistibûn ser çeneya xwe.
* Girtiyên nexweş baş nayên dermankirin, girtî nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bikar bînin.
* Ji bo Covid-19ê şert û mercên paqijî û hîjyenê zêde nîne, tedbîr têr nakin.
* Xebatên çandî û civakî yên girtiyan demeke dirêj e tên astengkirin.
Girtî di greva birçîbûnê de ne
Pero Dundar, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê jî rewşa girtiyên li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Tokatê û Girtîgeha Tîpa Tyê Hejmar 2yê ya Osmaniyeyê biriye rojeva Parlamentoyê.
Dundarê pêşniyarname pêşkêşî Parlamentoyê kiriye û serî li Komisyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê daye.
Dundarê gotiye ku li Girtîgeha Tîpa Tyê Hejmar 2yê ya Osmaniyeyê Mehmet Faruk Engin, Bawer Başar û Îbrahîm Halîl Karataş ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehê protesto bikin ji 6ê Tîrmeha 2020an heta niha di greva bêdor û bêdem de ne.
Dundarê her weha diyar kiriye ku Mehmet Faruk Enginê perçeyê bombeyê di lingê wî yê çepê de ye ev saleke naşînin girtîgehê û mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin.
Pero Dundarê dîsa gotiye ku Şehmûs Koçê li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Tokatê girtî ye bi rêya telefonê ji bavê xwe Nûrî Koçî re gotiye ji ber zext û cezayên hücreyê yên dane wî, wî dest bi greva birçîbûnê kiriye.” (AS/FD)