Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê duh daneyên nû yên derbarê nexweşiya Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor van daneyan duh hezar û 178 kes bi nexweşiyê ketine. Bi vê hejmarê re heta niha 236 hezar û 112 kes nexweş ketine. 19 kes mirine ku hejmara miriyan li ser hev gihîştiye 5 hezar û 784an.
Duh test ji bo 53 hezar û 842 kesan hatiye kirin û hejmara kesên ku test ji wan re hatiye kirin gihîştiye 5 milyon û 27 hezar û 308an.
Duh hezar û 15 nexweş baş bûne. Heta niha 219 hezar û 506 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 8,4e û hejmara nexweşên giran jî 582 ne.
Pêdivî bi hevkariyê heye
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê daneyên nû yên derbarê şewba Covid-19ê de aşkere kiriye û gotiye, “Divê em rê li rîska ku cejn û betlane bi xwe re tîne, bigirin. Pêdiviya me bi hevkariyê heye. Li dijî Covîd-19ê alîkariya hev bikin û di navbera xwe de mesafeye bihêlin!”(AÖ/AY/FD)