Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê duh daneyên nû yên derbarê nexweşiya Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor van daneyan duh hezar û 83 kes bi nexweşiyê ketine. Bi vê hejmarê re heta niha 234 hezar û 934 kes nexweş ketine. 18 kes mirine ku hejmara miriyan li ser hev gihîştiye 5 hezar û 765an.
Duh test ji bo 46 hezar û 249 kesan hatiye kirin û hejmara kesên ku test ji wan re hatiye kirin gihîştiye 4 milyon û 973 hezar û 466an.
Duh 994 nexweş baş bûne. Heta niha 218 hezar û 491 nexweş piştî dermankirinê baş bûne.
“Zêdebûna hejmara nexweşan cidî ye”
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku hejmara nexweşên nû zêde bûne û cidî ye.” (PT/FD)