Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daneyên dawîn li tevahiya cîhanê heta niha 17 mîlyon û 53 hezar û 161 kes bi Covîd-19ê ketine û 666 hezar û 453 kes jî pê mirin e.
Li Tirkiyeyê heta niha 5 hezar û 659 kes ji ber Covîd-19ê mirin e.
Welatê ku herî zêde vîrusê lê bandor kiriye DYA ye
Li gor malpera “Worldometer”ê welatê herî zêde Covîd-19ê lê bandor kiriye DYA ye.
li wî welatî heta niha 4 mîlyon û 526 hezar kes bi Covîd-19ê ketine û 152 hezar û 929 kes jî pê mirine.
Li Amerikaya Latîn bandorek mezin li Birezîlya bûye
Li Birezîlyayê heta niha 2 mîlyon û 498 kes bi Covîd-19ê ketine û 88 hezar û 792 kes jî pê mirin e. Her weha li wî welatî milyon û 721 hezar û 560 kes ji nexweşiyê filitiye û baş bûne.
Li Hîndistanê di 24 saetên dawî de hejmara pêketiyan bi zêdebûna 52 hezar û 164an ve gihaştiye milyon û 584 hezar û 299 kesan. Li wî welatî heta niha 35 kes bi nexweşiyê mirine û milyon û 21 hezar û 611 kes jî baş bûne.
Li Rûsyayê heta niha 828 hezar û 990 kes bi Covîd-19ê ketine û bi zêdebûna 169 kesan ve hejmara miriyan jî gihaştiye 13 hezar û 673 kesan. 620 hezar û 333 kes jî baş bûne.
Li Îspanyayê heta niha hejmara nexweşan bi zêdebûna 2 hezar û 31 kesan ve gîhaştiye 329 hezar û 721 kesan. Hejmara miriyan jî bi zêdebûna 5 kesan ve gîhaştiye 28 hezar û 441 kesan.
Li piştî karantinayê li Kabeyê tewaf kirine
Li Mekkeyê di çarçoveya tedbîrên li dijî Covîd-19ê de yekem tewaf hatiye kirin.
Li Îngilistanê hejmara pêketiyan gîhaştiye 301 hezar û 455an û 45 hezar û 961 kes jî pê mirin e.
Li Îranê heta niha 298 hezar û 909 kes bi Covîd-19ê ketine û 16 hezar û 343 kes jî pê mirin e. 259 hezar û 116 kes jî baş bûne.
Li îtalyayê bi zêdebûna 6 kesan ve hejmara miriyan gîhaştiye 35 hezar û 129 kesan. Heta niha 246 hezar û 776 kes bi vîrusê ketine û 199 hezar û 31 kes jî baş bûne.
Li Fransayê bi zêdebûna 15 kesan ve hejmara miriyan gîhaştiye 30 hezar û 238 kesan. Heta niha 185 hezar û 196 kes bi nexweşiyê ketine û 81 hezar û 311 kes jî baş bûne.
Salko Bûkvarevîc, Wezîrê Gaziyan ê Federasyona Bosna Hersekê ji ber Covîd-19ê miriye.
Yarkin Yûrsûnov, Cîgirê Wezîrê Darayî ê Ozbekistanê ji ber Covîd-19ê miriye.
Li Kenyayê ji ber vîrusa Covîd-19ê danişînên dadgehan 2 hefte hatiye rawestandin. (PT/AY/FD)