Fotograf: Wikimedia Commons
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 942 kesên din peyda bûye. 14 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 659an. Her weha 996 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 45 hezar û 712 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha 228 hezar û 924 kes nexweş ketine û 212 hezar û 557 kes jî baş bûne.(PT/AY/FD)