Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 928 kesên din peyda bûye. 18 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 526an. Her weha hezar û 9 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 42 hezar û 846 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 4 milyon û 359 hezar û 627 kesan çêkirine. 221 hezar û 500 kes nexweş ketine. 5 hezar û 526 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 246 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 379, ya nexweşên baş bûye 204 hezar û 11e.(EKN/AY/FD)