Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetguzariya Civakî (SES) Şaxê Mêrdînê derbarê rewşa dawî ya belavbûna nexweşiya Covid-19ê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
SESê di daxuyaniya xwe de gotiye ku hejmara pêketiyan ji pêşbîniyan gelekî zêdetir e û ev tişt diyar kirine:
“Li bajarê me piştî biryara ‘asayîbûnê” hate dayîn şewb ji kontrolê derket û niha li ser hev nêzîkî 5 hezar nexweşên me hene. Li nexweşxaneyên ku ne di lîsteya pandemiyê de ne jî nexweşên Covid-19ê tên dermankirin. Li nexweşxaneyan hemû serwîs û beşên nexweşiyên giran bi temamî tijî bûne û nexweşan êdî dişînin bajarên din.
“Nêzîkî 200 kedkarên tenduristiyê nexweş ketine”
“Di vê rewşê de kesên bi nexweşiyên dinin bi rehetî nikarin biçin nexweşxaneyan û kalîteya xizmetguzariya tenduristiyê ya nexweşên di bin kontrole de jî kêm dike. Her weha ji ber ku hejmara pêketiyan zêde bûye, hin derman û kelûpelên parastina şexsî yên karmendên tenduristiyê kêm tên bidest xistin. Ji ber temasa kedkarên tenduristiyê ya bi pêketiyan zêde bûye, nêzîkî 200 kedkar bi şewbê ketine.”
“Rojane 150 kes nexweş dikevin”
“Di rojên dawiyê de li bajarê me rojane 150 kes bi nexweşiyê dikevin. Lê ji ber hejmara testan hatiye kêmkirin, weke ku hejmara pêketiyan kêm bibe, xuya dike. Lê em dizanin ku hejmara rastîn a pêketiyan ji yên hatine tespîtkirin gelekî zêdetir e û ev rastî ne tenê ji bo Mêrdînê, ji bo hemû welêt wisa ye.” (RT/FD)