Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 924 kesên din peyda bûye. 16 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 491an. Her weha 997 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 41 hezar û 310 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 4 milyon û 273 hezar û 377 kesan çêkirine. 219 hezar û 641 kes nexweş ketine. 5 hezar û 491 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 246 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 398, ya nexweşên baş bûye 102 hezar û 10e. (RT/AY/FD)