Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 933 kesên din peyda bûye. 21 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 440an. Her weha hezar û 87 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 42 hezar û 411 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 4 milyon û 149 hezar û 909 kesan çêkirine. 216 hezar û 873 kes nexweş ketine. 5 hezar û 440 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 213 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 394, ya nexweşên baş bûye 198 hezar û 820e. (EKN/AY/FD)