Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 12 kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 363an. Her weha hezar û 298 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 45 hezar û 232 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 975 hezar û 455 kesan çêkirine. 212 hezar û 993 kes nexweş ketine. 5 hezar û 363 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 209 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 409, ya nexweşên baş bûye 194 hezar û 515e. (RT/AY/FD)