Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 24 kesên din peyda bûye. 18 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 300an. Her weha 2 hezar û 879 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 50 hezar û 103 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 832 hezar û 623 kesan çêkirine. 209 hezar û 962 kes nexweş ketine. 5 hezar û 300 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 179 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 399, ya nexweşên baş bûye 190 hezar û 390e. (EKN/AY/FD)