Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Girtîgehan de (CISST), rapora xwe ya girtîgehan weşandiye. Rapor behsa rewşa di navbera 15 û 26ê Hezîranê de dike.
Piştî şewba Covid-19ê destpê kiriye 45 jê girtîgehên sergirtî li ser hev ji 86 girtîgehên cida cida girtiyan serî li wan dane û giliyên xwe bi wan kirine. Li gorî rapora komeleyê di dema şewbê de şert û mercên tecrîtê girantir bûye û ji bo dermankirinê zehmetiyên mezin dikişînin.
Girtiyan diyar kirine ku li hin girtîgehan girtî hê jî nikarin biçin gel berberan û li hin girtîgehan nexweşiyên weke gurîbûnê û emelketinê peyda bûne.
Girtiyan ev gilî li bal CISSTê kirine:
“Were demên berê nayên paqijkirin”
* Di dema destpêka şewbê de bi awayekî birêkûpêk û dem bi dem girtîgeh dihatin paqijkirin lê di demên dawiyê de kêm caran tên paqijkirin.
* Li hin girtîgehan ji ber ku pencereyên qawîşan biçûk in ba zêde nakeve hundir. Li hin girtîgehan jî ji bo neyên vekirin qefaltine.
* Li hin girtîgehan hewşên qawîşan li gorî kêfa rêveberiyê dereng tên vekirin û zû tên girtin. Ji ber wê hewaya paqij û derfetên mesafeya civakî kêmtir dibe.
“Xwaringeh nayên paqijkirin”
* Li hin girtîgehên servekirî xwaringeh baş nayên paqijkirin û gelek girtî bi hev re li van deran rûdinên û xwarina xwe dixwin.
* Li hin girtîgehan dema girtî dikevin dora xwarinê yan jî kantînê derfetên mesafeya fizîkî nayên avakirin.
* Li hin girtîgehan rêyên diyaloga girtiyan ên bi malbatên wan re di dema şewbê de hate sînorkirin.
* Di dema şewbê de dîsa cezayên têkilîdanîna bi derve re nehatin taloqkirin û ji ber vî cezayî girtî nekarîbun bi malbatên xwe re peywendiyê deynin.
* Li gel van tiştan, li hin girtîgehên sergirtî cihên hevbeş ên girtiyan bi temamî hatin girtin.
* Girtiyên ku li heman qawişan dimînin û temasa wan bi hev re heye, digel ku risk li ser wan nebû jî ew dernexistin salonên sporê ên servekirî.
“Zexta psikolojîk û tundkarî zêdetir bûye”
* Li hin girtîgehan di dema şewbê de girtiyan bi zehmetî pirtûk bi dest xistin.
* Cil û bergên ku ji derve hatine şandin an jî yên di depoyan de nedan girtiyan.
* Ji ber sîstema karkirinê ya bi dor û bi dem a bi sedema karantînekirinê, zexta psikolojîk û tundkariya li ser girtiyan zêdetir bûye. (AS/FD)