Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 458 kesên din peyda bûye. 21 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 46an. Her weha hezar û 472nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 52 hezar û 303 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 135 hezar û 424 kesan çêkirine. 193 hezar û 115 kes nexweş ketine. 5 hezar û 46 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 941 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 369, ya nexweşên baş bûye 165 hezar û 706e. (EKN/AY/FD)