Fotograf: AA ( Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Brezîlyayê Dadgeha Federal ji bo Jaîr Bolsonaro, Serokê Brezîlyayê maskeye bide ber devê xwe biryar stendiye.
Li cîhanê Brezîlya duyem welate ku bandora Covîd-19ê herî zêde lê bûye. Dadgehê ji bo serokê wî welatî maskeyê bide ber devê xwe biryar stendiye. Li gorî biryarê ger maskeyê bikarnehîne wê 2 hezar realê Brezîlyayê ceza bide.
Bolsonaroyî gotibû şewb “Grîpeke bê zerar”e
Bolsonaroyî dema şewba Covîd-19ê nû derketibû, ji ber ku li dijî vîrusê tedbîran nastîne rastî rexneyan hatibû û şewb weke grîpeke bê zerar pênase kiribû.
Ji ber karesatên ku Covîd-19ê bi xwe re aniye li Brezîlyayê di mehek de 2 car wezîrê tenduristiyê hatiye guhertin.
Li Brezîlyayê 211 mîlyon kes dijî û heta niha 52 hezar û 645 kes bi vîrusa Covîd-19ê mirine.
Li gor daneyên ku hatine aşkere kirin, li wî welatî heta niha mîlyonek û 145 hezar û 906 kes bi Covîd-19ê ketine. (PT/AY/FD)