Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 268 kesên din peyda bûye. 27 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 1an. Her weha hezar û 315 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 42 hezar û 982 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 29 hezar û 635 kesan çêkirine. 190 hezar û 165 kes nexweş ketine. 5 hezar û 1 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 893 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 362, ya nexweşên baş bûye 162 hezar û 848e. (EKN/AY/FD)