Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hatiye aşkere kirin, ku li Stenbol, Enqere û Bûrsayê derketina derve ya bê maske qedexe bûye.
Walîtiyên her sê bajaran di daxuyaniyên xwe de aşkere kirine, ku berê bi tenê di saziyên dewletê, cîhên kar û kargehan de maske dihatin bikaranîn. Bi pêşniyara Lijneya Zanistê biryar hatiye girtin ku divê welatî ji roja 18.06.2020an pê ve li derve jî maskeyan bikarbînin.
Wezîrê Tenduristiyê gotibû “Lijneya Zanistê pêşniyar kiriye”
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê duh di civîna çapemeniyê de aşkere kiribû û gotibû, Lijneya Zanistê pêşniyar kiriye ku li bajarên Enqere, Stenbol û Bûrsayê derketina derve ya bê maske were qedexekirin.
Kocayî weha gotiye: “Bi taybetî lijneyên me yên bajêr, dikarin ji bo şewbê tedbîran bistînin û biryar di destê wan de ne. Ji ber ku pêwîst bu li 45 bajaran biryara bikaranîna maskeyan ji bo derveyî hatiye stendin.
“Dibe ku li hin bajarên din jî ev biryar bê stendin. Lijneya Zanistê sê bajarên din pêşniyar kiriye. Ev bajar Enqere, Stenbol û Bûrsa ne.
48 bajarên ku derketina derve ya bê maske lê hatiye qedexe kirin ev in:
Semsûr, Afyon, Amasya, Enqere, Dîlok, Erdexen, Aydin, Balikesîr, Bartin, Êlih, Bedlîs, Bolû, Bûrdûr, Bûrsa, Denizlî, Amed, Duzce, Elezîz, Erzîrom, Eskişehir, Gîresûn, Îdir, Isparta, Stenbol, Mereş, Karabuk, Kayserî, Kirklarelî, Kirşehir, Kocaelî, Konya, Kutahya, Meletî, Mêrdîn, Mugla, Mûş, Nevşehîr, Osmaniye, Rize, Sakarya, Sêrt, Sêwas, Şirnex, Dersîm, Riha, Ûşak, Yalova û Zongûldak. (EKN/AY/FD)