Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Midûreyat Giştî ya Girtîeyan a Wezareta Dadê rapora xwe ya derbarê rewşa girtîgehan a di dema nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye.
Li gorî rapora ku bi navê “Di Dema Pandemiya Covid-19ê de Rewşa Girtîgehan” heta niha 72 kes bi şewbê ketine û 6 ji wan mirine.
Midûriyetê diyar kiriye ku piştî Xala 9em a demkî li Qanûna Derbarê Bicîhkirina Cezayan û Tedbîrên Ewlehiyê hatiye zêdekirin, ji ber Covid-19ê destûra çûna malê dane 64 hezar û 661 girtiyan.
Li hêla din 30 hezar û 358 girtiyên li girtîgehên vekirî jî di nav de ji bo 42 hezar û 736 girtiyan biryara serbestiya bi kontrol hatiye dayîn û cezayên wan bi vî awayî bi wan hatiye kişandin.
Her weha 4 hezar û 246 girtiyên li girtîgehên vekirî di nav de ji bo 6 hezar û 834 girtiyan biryara serbestiya bi şert û merc hatiye standin. (TP/FD)