Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 429 kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 861an. Her weha hezar û 261 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 52 hezar û 901 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 773 hezar û 904 kesan çêkirine. 182 hezar û 727 kes nexweş ketine. 4 hezar û 861 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 745 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 306, ya nexweşên baş bûye 154 hezar û 640e. (EKN/AY/FD)