Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 467 kesên din peyda bûye. 17 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 842an. Her weha hezar û 15 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 46 hezar û 800 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 721 hezar û 3 kesan çêkirine. 181 hezar û 298 kes nexweş ketine. 4 hezar û 842 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 732 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 303, ya nexweşên baş bûye 153 hezar û 379e. (EKN/AY/FD)