Fotograf: Yeni Yaşam
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenteriya Leyla Guvenê, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ya Enîs Berberlioglû, parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê û Musa Farisoglullari, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatibû betalkirin. Piştî betalkirina parlamenteriya wê, ew girtibûn û şandibûn Girtîgeha Jinan a Amedê. Guven duh bi şev tehliye bûye.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji ber cezayê lê hatibû birîn 4 sal û 8 mehan di girtîgehê de mabû û mehek ji cezayê wê mabû. Guven ji bo ku cezayê wê yê mayî li gorî qanûna kontrola edlî bê hesibandin serî li dadgehê dabû lê belê serlêdana Guvenê nehatibû qebûlkirin.
Li ser vê yekê parêzerên Guvenê xwestin mehek cezayê wê yê mayî li ser dosyeyeke wê ya din ku hê pê tê darizandin bê hesibandin û ji bo vê serlêdan kiribûn.
Parêzeran hefteya borî serlêdan kiribû û dadgehê duh serlêdan qebûl kiriye û biryara serbestbûna Guvenê daye.
Çi bûbû?
Piştî di Desteya Giştî ya Meclîsê de cezayên ku Dadgeha Bilind daye her sê parlamenteran hatiye xwendin, parlamenteriya Enîs Berberlioglû, parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê û herdu parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisoglullari hatibû betalkirin.
Rakirina parêzbendiyê û hilweşandina parlamenteriya Enis Berberoglu ji ber doza Rêxistina Istixbaratê ya Netewî (MIT) bûye. Berberoglû ji ber belavbûna nexweşiya covid-19ê roja înê hatibû tehliyekirin.
Herwiha parlamenteriya her yek ji parlamenterê HDPyê Musa Farisoglullari û Leyla Guvenê jî ji ber doza Koma Civakên Kurdistan (KCK) hatibû betalkirin.
Herdu parlamenterên HDPyê Leyla Guven û Musa Farisoglullari ku niha parlamenteriya wan hatiye hilweşandin, pêştir di 24ê Îlona 2019an de cezayê girtîgehê bi ser wan de hatibû sepandin. Her du parlamenteran bi tohmeta "Endamtiya Rêxistina Terorê " ji aliye 2em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve ceza girtibûn. Dadgehê 9 sal ceza dabû Farisogûlları û 6 sal û 3 meh jî ji Leyla Guvenê birîbû.
Cezayê her sê parlamenteran ji aliyê 16em Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind ve hatibû pesend kirin. (EKN/AY/FD)