Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 786 kesên din peyda bûye. 22 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 585an. Her weha 974 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 32 hezar û 325 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 103 hezar û 44 kesan çêkirine. 165 hezar û 555 kes nexweş ketine. 4 hezar û 585 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 633 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 271, ya nexweşên baş bûye 129 hezar û 921e. (EKN/AY/FD)