Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mor Çati, Weqfa Sitargehên Jinan ji bo balê bikşîne ser tundkariya mêran a di dema koronavirusê de vîdeoyek amadekiriye. Di vîdeoyê de hatiye gotin, “Ji bo hinekan karantîna heta hetayî dewam dike.”
Bazıları için karantina bir ömür sürüyor https://t.co/gpoquyzcwE
— Mor Çatı (@morcativakfi) May 31, 2020
Îzolasyona civakî şêwazekî tundkariyê ye
Mor Çatiyê di daxuyaniya xwe de weha gotiye:
“Di dema şewba vîrusa koronayê de izolasyona civakî bi tevdîrên tenduristiyê re ket jiyana me. İzolasyona civakî weha li me kiriye ku em bêriya têkiliyên xwe yên civakî yên berê dikin. Îzolasyona civakî şêwazekî tundkariyê ye ku jin herî zêde pê re rûbirû dimînin.
“Mêr rê li têkiliyên jinan ên bi malbat û hevalên wan re digirin. Destkariyê ji çûna wan a cîhekî û hevdîtina wan a bi kesekî din re dikin. Her weha mêr nahêlin jin derkevin derve û tûndkariyê li wan dikin.
Em li benda piştgirîyê ne
Mor Çatiyê di xebata xwe ya nû ya ragihandinê de destnîşan dike ku izolasyona civakî ji bo hinek jinan heta hetayî didome. Mor Çati ev 30 sal in ji bo cîhaneke wiha dixebite ku jin lê rastî tundkariyê neyên û li benda piştgiriya we ye…" (EMK/AY/FD)