Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Li Tirkiyeyê îro beşek ji biryarên qedexeyan ên ku ji bo koronavirus belav nebe hatibûn standin, bidawî bûne.
Wezareta Navxweyî derbarê qedexeyên ku hatine rakirin de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku qedexeyên li ber çûna cihên weke xwaringeh, salonên sporkirinê, qehwexane, pastaxane, çayxane û seyrangehan hatine rakirin.
Her weha wê çûna hemaman, saûna û hawizên avjeniyê, dîsa masîvanî êdî serbest bibe.
Beşek ji qedexeyên ku bidawî bûne wiha ne:
* Çûnûhatina navbajaran di 1ê Hezîranê de wê serbest bibe. Lê heke rewşeke neyênî çêbibe wê careke din bê qedexekirin.
* Karmendên ku bi destûra rêveberiyê nediçûn karî wê êdî dest bi karên xwe bikin.
* Saziyên dewletê wê rewşa karmendên ku nexweşiyên wan ên kronîk hebin binirxînin û li gorî rewşa wan wê biryarê bidin.
* Ji bilî cihên ku nargîle lê tê vexwarin û bar, dîsco û cihên din ên şahiyê, cafe, restoran, çayxane, pastaxane, hawizên avjeniyê û yên weke wan heta saet 22.00ê wê bikaribin kar bikin.
* Kursên ajokariyê, yên perwerdeya zimanên biyanî didin û yên fêrkirina computeran wê bikaribin bernameyên xwe pêk bînin.
* Li cihên tûrîzmê bêyî ku astengî hebin wê kar bên kirin. Her weha ew cihên bêhnvedanê yên li ser rêyên çûnûhatinan jî ji 1ê Hezîranê û pê de wê vebin.
* Hawizên avjeniyê, germav, hemam, saûna û navendên SPAyê wê bên vekirin.
* Sînorên li pêş sporên şexsî hatine rakirin. Cihên ku spor lê tên kirin wê heta saet 24.00ê wê vekirî bimînin.
* Bazarên ajalfiroşiyê jî wê bên vekirin.
* Seferên balafiran ên nav Tirkiyeyê wê dest pê bikin.
* Navendên Karûbarên Ciwanan û pirtûkxane jî li gorî şert û mercan wê vebin. Konserên ku li qadên vekirî pêk tên di encama kontrolan de wê pêk werin.
*Kreş û wargehên bi roj zarok lê dimînin wê di 1ê Hezîranê de dest bi karên xwe bikin.
(PT/FD)