Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (AKP) piştî civîna bi wezîran daxuyanî daye.
Erdoganî diyar kiriye û gotiye, "Tirkiye di warê rêgiriya şewbê û di hejmara mirinan de ji bo cîhanê bûye nimûne. Ev serkeftin ya 83 milyonan pêkve ye."
Erdoganî wiha axiviye: "Sînordarkirina hatûçûna di nava bajaran de ji 1ê Hezîranê pê ve bi temamî wê bê rakirin. Welatiyên me yên xwedan kargeh ên ji 65 salan mezintir bi merca pabendiya maske, jihevdûrina civakî û paqijiyê dê bikaribin li ser karê xwe bin. Karmendên bi biryara rêveberiyê destûr bi kar dianîn dê ji 1ê Hezîranê pê de vegerin ser karên xwe.
Cihên bêhnvedanê yên li ser rêyan, plaj, park û baxçeyên millî di çarçoveya rênimayan de piştî 1ê Hezîranê wê vebin. Cihên firotina ajalan piştî 1ê Hezîranê, hîpodrom jî dê piştî 10ê Hezîranê vebin. Kursên ajovaniyê û yên weke wan, her wiha muzexane û cihên şûnwariyê jî dê ji 1ê Hezîran şûn de vebin."
Serokomar Erdoganî bal kişandiye ser rabûna hinek qedexeyan û wiha axiviye:
"Qedexekirina li ser werzişa takekesî jî hat rakirin. Fêde heye ku hinek ji sînordarkirinên derketina derve heta demekê dewam bikin. Dê rojên yekşeman kesên 65 salî û temenê wan berjortir wê dîsa qedexe be. Kesên ku temenê wan di navbera 0-18an de ne rojên çarşem û îniyê di navbera saet 14.00 heta 20.00an wê nikaribin derkevin derve." (EKN/AY/FD)