Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 182 kesên din peyda bûye. 30 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 461an. Her weha hezar û 576 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 33 hezar û 559 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 928 hezar û 209 kesan çêkirine. 160 hezar û 979 kes nexweş ketine.
Dermankirina 683 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 339, ya nexweşên baş bûye 124 hezar û 369 e. (EKN/AY/FD)