DYA. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyan gihîştiye 5 milyon û 698 hezar û 416 kesan. Hejmara miriyan jî bûye 352 hezar û 753.
Li Tirkiyeyê li gorî daneyên fermî heta niha test ji bo milyon û 873 hezar û 607 kesan hatiye çêkirin. 158 hezar û 762 kes bi vê nexweşiyê ketine. 4 hezar û 397 kes jî mirine.
Nexweşî cara pêşiyê di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de li Çînê li hin kesan peyda bûbû û paşê li hemû cîhanê belav bûbû.
DYA
Li Cîhanê hejmara nexweş û ya miriyan herî zêde li DYAyê tê dîtin. Li vî welatî milyon û 725 hezar û 275 kes bi vê nexweşiyê ketine û 100 hezar û 572 kes jî mirine.
Hindistan
Wezareta Geşdariya Malbatan û Tenduristiyê ya Hindistanê aşkere kiriye ku di 24 saetên dawiyê de 6 hezar û 387 kes bi koronavirusê ketine. Nexweşî li ser hev li 151 hezar û 767 kesî peyda bûye.
Di nava rojekê de 170 kes mirine û hejmara miriyan li ser hev bûye 4 hezar û 337.
Heta niha 64 hezar û 426 kes hatine dermankirin.
Maharaştra, eyaleta ku nexweşiyê herî zêde bandor lê kiriye heta niha 54 hezar û 758 kes nexweş ketine. Tamil Nadu bi 17 hezar û 728 nexweşan di rêza duyem de ye. Li Guceratê jî 14 hezar û 821 nexweş hene ku bi vê hejmarê di rêza sêyem de ye. Li Herêma Paytexta Netewî hejmara pêketiyan bûye 14 hezar û 465 ku Delhiya Nû û derdora wê jî di nava vê herêmê de ne.
Îran
Tirbe û cihên pîroz ji bo serdanê hatine vekirin. Îraniyan li bajarê Reyê, serdana Tirbela Şah Abdulazim Hasaniyî kirine
Şîlî
Jaime Manalich, Wezîrê Tenduristiyê yê Şîliyê gotiye ku ji meha Adarê heta niha wan li beşên nexweşiyên giran hejmara nivînan bi qasî du qatan zêdetir kiriye. Li gorî daxuyaniya Wezîrî ji ber hejmara nexweşên giran zêde bûne, ji sedî 95ê 2 hezar û 400 nivînan tijî bûne. Manalichî gotiye ku ew ê di rojên pêş de 400 nivînên din li vê hejmarê zêde bikin.
Li Şîliyê heta niha 77 hezar û 961 kes bi vê nexweşiyê ketine. 806 kes jî mirine. Piştî Brezilya û Perûyê li Amekîraya Başûr Şîlî welatê sêyem e ku hejmara pêketiyan zêde ye.
Erebistana Siûdiyê
Ahmed er-Racihi, Wezîrê Çavkaniyên Mirovan û Geşepêdana Civakî yê Erebistana Siûdiyê di kanala televizyonê ya El-İhbariyeyê de gotiye, roja 31ê Gulanê wê rewşa asayî destpê bike û ev pêvajo wê di 14ê Hezîranê de temam bibe.
Racihiyî diyar kiriye ku di serî de wê ji sedî 50ê karmendan dest bi karî bikin û ev rêje wê di 7ê Hezîranê de bibe ji sedî 75. Di 14ê Hezîranê de wê hemû karmend li ofîsan dest bi karên xwe bikin.
Meksîka
Li Meksîkayê di 24 saetên dawiyê de 501 kes ji ber şewba koronayê mirine.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê vê hejmarê re heta niha 8 hezar û 134 kes mirine.
Dîsa 3 hezar û 455 kes bi nexweşiyê ketine û li ser hev hejmara pêketiyan gihîştiye 74 hezar û 560an. (PT/FD)