Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî banga “çalakiyeke lezgîn” kiriye û xwestiye ku di dema şewba koronavirusê (Covid-19) de xetereyeke mezin li girtîgehan heye û divê bi sedan siyasetmedar, mafparêz û rojnameger werin berdan. Rêxistinê herweha kampanyayeke îmzeyan daye destpêkirin.
Rêxistina Efûyê di bangewasiya xwe de bal kişandiye ser rewşa Selahattin Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn ê Partiya Gelan a Demokratik (HDP), Osman Kavala, Serokê Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê û karsaz û nivîskar Ahmet Altanî.
Rêxistinê ji bo vê kampanyayê metneke wiha weşandiye:
“Li Tirkiyeyê koronavirus bi şêweyeke metirsîdar û bi lez û bez belav dibe. Di rewşeke wiha de li girtîgehên gelek qelebalix û bê hijyen, xetereyek emezintir li ser jiyana bi hezaran girtî û karmendên girtîgehan heye. Di 13ê Nîsanê de ew yasa li meclîsê hat qebûlkirin ku pêşbînî tê kirin di encama wê de nêzîkî 90 hezar girtî zûtir tehliye bibin.
“Lê rojnameger, mafparêz û kesên hê dadgehkirina wan jî berdewam dike tê de gelek kesên din ên tenê ji ber mafên xwe bikar anîne lê ji ber yasaya dijterorê hatine dadgehkirin nikarin fêdê ji vê bigirin. Bang bikin da ku ew kesên ne bi şêweyekî adilane li girtîgehê tên girtin serbest bibin û kesên li girtîgehan dimînin bikaribin derfetên tenduristiyê bidest bixin ku ev derfet ji tevahiya civakê re tên pêşkêşkirin. Îmzeya xwe bavêje!" (EMK/FD)