Fotograf: Mehmet Eser / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî derbarê mijara belgeya rêpêdana seferan ya welatiyên temenê wan 65e û li ser 65ane ji 81 walitîyan re giştname şandiye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, li gor giştnameyê kesên ku temenê wan 65 û li ser 65ane dikarin bi şertê girtina belgeya rêpêdanê û mayîna 30 rojan li cîhê ku diçe, seferan bike. Her weha ev kesana biçin kîderê jî wê biryara qedexeya derketina derve ji bo wan bidome.
Kesên di seferan de li gel van kesên bi temen rêhevaltiyê dikin wê di nava 72 saetan de bikaribin vegerin.
Ji bo girtina belgeya rêpêdana seferan, îro ji saet 09.00an pê ve dikarin li ser e-devletê serî lê bidin. (EKN/AY/FD)