Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî zanyariyên dawiyê li cîhanê hejmara pêketiyên Covid-19ê ango koronavirusê bûye 4 milyon û 441 hezar û 891 kesan. Hejmara miriyan jî gihîştiye 298 hezar û 296 kesan.
Li Tirkiyeyê test ji bo milyon û 474 hezar û 3 kesan çêkirine. 143 hezar û 114 kes nexweş ketine. Heta niha 3 hezar û 952 kes mirine
Li Rûsyayê berdevkê Pûtînî birine nexweşxaneyê
Dmîtry Peskov, berdevkê Vladîmîr Pûtîn Serokê Rûsyayê roja sêşemê eşkere kiriye, ku ew bi vîrusa Covîd-19ê ketiye û niha li nexweşxanêyê tê dermankirin.
Mîhaîl Mîşûstîn, Serokwezîrê Rûsyayê jî eşkere kiribû, testa wî ya Covîd-19ê di 30ê Nîsanê de pozîtîv derketiye û xwe girtiye karantînayê.
Vladîmîr Yakûşev, Wezîrê Bînasazîyê û Olga Lyûmbimova Wezîra Çandê jî bi Covîd-19ê ketibûn. Dermankirina Mîşûstînî û Yakûşevî li nexweşxaneyê didome. Lybîmovayê jî di mal de tê dermankirin.
Brezîlya
Li Brezîlyayê ji ber Covîd-19ê mirin li roja destpêkê heta niha herî zêde duh pêkhatiye. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê duh 881 kes ji ber vîrusê mirine.
Li wî welatî heta niha 12 hezar û 400 kes ji Covid-19ê mirine. Birezîlya bi vê hijmarê li cîhanê bûye 6em welat.
Çîn
Li Çînê hejmara nexweşan careke din dest bi zêdekirinê kiriye. Ji bo rê li ber belavbûna pêla duyema şewbê bigrin xebat hatiye destpêkirin.
Hatiye eşkere kirin ku wê li bajarê Wuhanê test ji bo 11 mîlyon kesî bên kirin. Her weha vîrusa Covîd-19ê yekem car li bajarê Wûhanê derketîbû.
Hin welatên Ewropayê amadekariya vekirina sînoran dike
Li hin bajarên Almanyayê karmendên operatör û acentayên geştê diyarkirine, ji ber şewbê ew bi zihmetiyan re rûbirû dimînin. Karmendan ji bo denge xwe bigigînin sîyasetmedaran xwepêşandan pêkanîne.
Hatiye gotin ku sînorên di navbera Avûstûrya û Almanyayê de wê di 15ê Hezîranê de bi temamî bê vekirin. Her du sînorên di navbera Macaristanê û Avûstûryayê de îro vebûne.
Bahreyn
Wezareta Geşepêdana Civakî û Xebatan ya Bahreynê giştînameyek belav kiriye gotiye, ji bo ku rê li belavbûna şewbê bê girtin saziyên karbidest yên fitil û zikatan kom dikin, êdi dikarin bi rêyên elektronîk van karan bikin.
Her weha Wezaretê çalakiyên belavkirina xêran û belav kirina xwarina fitarê li kolanan qedexe kiriye. (PT/AY/FD)