* Fotograf: Ömer Evren Atalay - İzmir / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ya di 27ê Nîsanê de, li çar girtîgehan 120 girtî bi nexwexiya Covid-19ê ango koronavirusa nû ketine. Hemû jî li nexweşxaneyan tên dermankirin. Ti ji wan li beşa nexweşiyên giran nehatine bicihkirin.
Zuleyha Gulum, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê îro hin pirs ji Wezareta Dadê kirine û ev pirsen xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê ango Meclîsa Gelî a Mezin a Tirkiyeyê ‘TBMM) kiriye.
Gulumê diyar kiriye ku “Wezaretê di daxuyaniya xwe de negotiye girtiyên nexweşiyî li wan peyda bûye li kîjan girtîgehan in, kenî nexweşî li wan peyda bûye, di nava wan de kesên nexweşiyên kronîk li wan hene an na.”
Çend nexweş li beşên nexweşiyên giran in?
Gulumê xwestiye Abdulhamit Gul, Wezîrê Dadê van pirsen wê birsivîne:
* 120 girtiyên ku nexweşiya Covid-19ê li wan peyda bûye li kîjan girtîgehan in? Kengî diyar bûye ku nexweş in?
* Piştî daxuyaniya Wezaretê çend girtî li kîjan girtîgehan bi vê nexweşiyê ketine? Çend ji wan girtî ne çend ji wan ceza li wan hatine birîn?
* Çend girtiyên jin bi vê nexweşiyê ketine?
* Li Girtîgeha Sîlîvriyê heta niha çend girtî û gardiyan bi nexweşiya Covid-19ê ketine? Kengî ev nexweşî li wan peyda bûye? Çend nexweş li beşa nexweşiyên giran in?
* Çend girtî piştî guhertina qanûna înfazê ji girtîgehan derketin? Beriya ku derkevin, testa Covid-19ê ji bo van girtiyan hatiye çêkirin? Testa çendan pozîtîf encam daye? Ji bo wan kesên ku testa wan negatif derketiye lê nîşaneyên Covid-19ê li wan hene careke din test hatiye çêkirin an na? Ji bo wan kesên ku encama testên wan pozîtîf derketine tedbîrên hewce hatine standin?
* Piştî ku nexweşî belav bû, hevdîtina girtiyan bi malbat û parêzeran re hatibû qedexekirin. Li gorî vî tiştî, ihtimaleke mezin e ku nexweşî ji gardiyan û karmendên din ên girtîgehan derbasî girtiyan bûbe. Gelo çend gardiyan û karmendên din bi nexweşiya Covid-19ê ketine? Testa wan kesan hatiye kirin ku temas bi van gardiyan û karmendên nexweş re kirine?
* Gardiyanên ku bi nexweşiya Covid-19ê ketine li kîjan girtîgehan ni? Kengî ev nexweşî li wan peyda bûye? (AS/FD)