* Fotograf: Omer Evren Atalay - İzmir / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistinên mafparêz û mafê mirovan, 4em “bultena heftane ya şopandina girtîgehan a COVID-19”ê belav kiriye.
Di Bultena Şopandina Girtîgehan a Covid-19ê de qala rewşa girtiyan hatiye kirin û hatiye diyarkirin ku kontrolên girtiyan di demên hatine diyarkirin de nayên kirin.
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), 4em Bultena Heftane ya Şopandina Girtîgehan a Covîd-19ê weşandine.
Divê girtiyên nexweş serbest bibin
Di bultenê de hatiye destnîşankirin ku kontrolên girtiyên nexweş di şertê girtîgehê de bi başî û di dema xwe de nayên kirin. Di bultenê de li ser çalakiyên rojiya mirinê jî hatiye rawestandin û destnîşan kirine, ku rojiya mirinê pergala parastina tenduristiyê ya mirovan qels dike û girtiyên di rojiya mirinê de di bin xetereyeke mezin de ne. Her weha rêxistinan bang kiriye û xwestine, daxwazên wan bêne bicihanîn û girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Kontrolên girtiyên nexweş di demê de nayên kirin
Di berdewama bultenê de hatiye gotin; “Di derxistina revîrê û şandina nexweşxaneyan de pirsgirêk hene. Daxwaznameyên ku girtî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe dinivisînin tên paşguhkirin. Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin. Hin girtiyên nexweş divê li gorî xwarinên taybet bên xwedîkirin lê xwarinên li gorî parêzê nadin wan. Xwarin kêm tê dayîn. Daxwazên hin girtiyên ku nexweşiyên wan girane û pêwistiya wan a refaqetçî nayê bersivandin.”
Divê girtiyên ixtiyar serbest bên bibin
Di dawiya bultenê de hatiye destnîşankirin, ku hucre û qawiş ne li gorî şertên berdewamkirina jiyanê ne û ev daxwaz hatiye kirin: “Ji ber ku di koma xeternak de ne divê girtiyên nexweş bên berdan û cezayê wan bê taloqkirin. Girtiyên ku li gorî raporên klînîk nikarin li girtîgehan bimînin divê bên berdan. Bila girtiyên temenê wan li ser 60ye serbest bên berdan û cezayê wan bê taloqkirin.
Parêzer Ebrû Tîmtîk û Parêzer Aytaç Unsal ku di rojiya mirinê de ne daxwazên wan bên qebûlkirin û bên berdan.” (AS/AY/FD)