Fotograf: Girtîgeha Sîlîvriyê. Ayça Soylemez / binaet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Bakirkoyê îro aşkere kiriye ku li Girtîgeha Sîlîvriyê 44 girtî bi nexweşiya Covid-19ê ango koronavirusê ketine, çar ji wan şandine girtîgehê û dermankirina yên din li girtîgehê li qadên îzolekirî di bin kontrola doktoran de dewam dikin. Serdozgeriyê her weha diyar kiriye ku agahî dane malbatên van girtiyan.
Di 28ê Nîsanê de jî hatibû aşkerekirin ku 55 girtî bi nexweşiya koronavirusê ketine û ew şandine nexweşxaneyan.
Abdulhamit Gul, Wezîrê Dadê gotibû ku sê girtiyên li girtîgehên vekirî dimînin bi nexweşiyê ketine û di dema dermankirinê de mirine. Lê ji bilî vê daxuyaniyê ti zanyarî nehatiye dayîn ku bê ka girtiyan çawa dibin girtîgehan û dermankirina wan çawa tên kirin.
Bêrîvan E. Korkût, yek ji xebatkarên Komeleya Di Sîstema Girtîgehan De Civaka Sivîl (CISST), ji bianetê re got ku li girtîgehan têkiliya bi derve re hatiye qutkirin û ev jî weke tedbîr tên nişandan. Korkûtê diyar kir ku her weha ji ber vê sedemê dem bi dem dibe sedema binpêkirina mafan.
“Kelûpelên paqijiyê li gorî kêfa rêveberiyên girtîgehan tên dayîn”
Korkûtê destnîşan kir ku dema nexweşî nû nû belav bû, qawîş hatine dezenfektekirin lê ev birêkûpêk nehatiye kirin û berdewam nekiriye:
“Qawîşên gelek qerebalix hene û birêkûpêk nayên dezenfektekirin. Dana kelûpelên paqijiyê jî li gorî kêfa rêveberiyan tên dayîn. Pirsgirêk e ku ev rewş ne sistematîk û birêkûpêk e. Bi taybet jî ji bo wan girtiyan ku dahateke wan nîne. Her weha diviyabû ku mekîneya pîvana herareta laşê mirovan bidana her qawîşan lê mixabin nedane.” (AS/FD)