Parlamentoya Sirbistanê. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî zanyariyên dawiyê li cîhanê hejmara pêketiyên Covid-19ê ango koronavirusê bûye 3 milyon û 822 hezar û 295 kesan. Hejmara miriyan jî gihîştiye 265 hezar û 116 kesan.
Li Tirkiyeyê test ji bo milyon û 234 hezar û 724 kesan çêkirine. 131 hezar û 744 kes nexweş ketine. Heta niha 3 hezar û 584 kes mirine
Îspanya
Li Îspanyayê di 24 saetên dawî de hejmara kesên ku ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine bi zêdebûna 244 kesan ve gihaştiye 25 hezar û 857 kesan.
Sirbistan
Li Sirbistanê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa Covîd-19ê de di 15ê Adarê de rewşa awarte hatibû ragihandin. Hukumetê ji bo bi dawî bûna rewşa awarte îro weke pêşniyaz pêşkeşî meclîsê kiriye û meclîsê bi piraniya dengan pêşniyaza hukumetê ya ji bo bi dawîbûna rewşa awarte pesend kiriye.
Biryar dê di nîvê şeve pê ve were pêkanîn
Yewnanistan
Li Atînaya paytexta Yewnanistanê xwediyên kafe û restorantan diyarkirine ew ji ber tedbîrên koronayê di demeke zehmet de derbas dibin û protestoya ''kursiyê vala'' pêkanine.
Xwepêşanderan nêzîkî 150 kursi ji restorant û kafeya anine li Meydana Sîntagmayê danîne. Her weha avahîya parlamentoyê jî li wê meydanê ye.
Koreya Başûr
Li Koreya Başûr piştî ku di 3 rojên dawîn de nexweş hatine tespîtkirin li Seûlê hinek cîhên ku ji xelkê re vekiribû carekî din hatiye vekirin.
Muzexaneyên neteweyî di çarçoveya tedbîran de ji bo seredanan hatiye vekirin.
Li Îngilistanê di 24 saetên dawî de hejmara kesên ku ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine bi zêdebûna 649 kesan ve gihaştiye 30 hezar û 76 kesan.
Her weha li Îtalyayê di 24 saetên dawî de hejmara kesên ku ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine bi zêdebûna 369 kesan ve gihaştiye 29 hezar û 684 kesan. (PT/AY/FD)