Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 253 kesên din hatiye dîtin. 64 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 584an. Her weha 4 hezar û 917 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 30 hezar û 303 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 234 hezar û 724 kesan çêkirine. 131 hezar û 744 kes nexweş ketine.
Dermankirina hezar û 278 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 669, ya nexweşên baş bûne 78 hezar û 202 e. (EKN/AY/FD)