Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 1 hezar û 832 kesên din hatiye dîtin. 59 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 520an. Her weha 5 hezar û 119 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 33 hezar û 283 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 204 hezar û 421 kesan çêkirine. 129 hezar û 491 kes nexweş ketine.
Dermankirina hezar û 338 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 707, ya nexweşên baş bûne 73 hezar û 285 e. (EKN/AY/FD)